Li Sûdanê dan û standinan dîsa  dest pê kir

Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê hevpeymana bi hêzên Tevgera Azadî û Guhertinê re ragihand ku civînên dan û standinan ji bo hikumeta demkî berdewam bikin.

Skynewsê ragihand ku berdevkê Meclisa Leşkerî Şems El-Dîn Kebaşî ji rojnemevanan re wiha diyar kir: "Me bi Tevgera Azadî û Guhertinê re li ser tesbîtkirina nuqteyên ku berê me li hev kiribû, nîqaş kir, ew jî li ser şêweya serdestiya demkî li ser astên wê yên cuda û erk û dema hikumeta demkî ne. Me bi Tevgera Azadî û Guhertinê re erkên hikumeta demkî nîqaş kirin û li ser wê hate erêkirin, her wiha şêweya desthilatê jî hate nîqaşkirin."

Tevgera Azadî û Guhertinê jî got dan û standinên bi Meclisa Leşkerî re çi qas bi ser bikevin an jî rastî astengiyan bên jî ew ne armanca wê ya dawîn e. Tevgerê teqez kir ku avakirin di berdewama dan û standinan  de û bi pêkanîna aştî, edalet û hevsengiya siyasî û vegera koçber û penaberan e.

(jo)

 


Mijarên Din