Li Sûdanê di roja yekemîn a protestoyê de 4 kuştî

Duh di roja yekemîn a protestoya sivîl a Sûdanê de 4 kes li Xertûm û Um Dirman bi guleyan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî malperên Sûdanê, Komîteya Bijîşkên Sûdanê raber kir ku 2 kes ji wan 4 kuştiyan, li Xertûm û Um Dirmanê jiyana xwe ji dest dane. Lê yên dîtir jî bi alaveke tûj hatin birîndarkirin û li nexweşxaneya Um Dirman jiyana xwe ji dest da.

Komîteyê diyar kir ku hejmara kuştiyan ji dema perçiqandina ku çalakger ji 3’yê Hezîranê ve tê re derbas dibin, gihaşt 118 kuştiyan.

Malpera ‘El-Bewabe’ ragihand ku peytexta Xertûmê bûye mîna “bajarê cinan”. Kolan bi tevahî vala ne. Bi destpêkirina hefteya xebatê li Sûdanê ji sibeha duh ve, kêm mirov û erebe li kolanan tên dîtin.

Erebeyên veguhastinê kêm dixebitin. Piraniya bank, kargeh û sûkan hatine girtin. Di heman demê de hin bankên dewletê û buroyên giştî bi awayekî xwezayî hatine vekirin û dixebitin.

Li balafirgeha Xertûmê jî rêwî li hola çûnê kom bûne. Buroyên rêwîtiyê li balafirgehê bi sedema qutbûna înternetê hatine girtin. Kart jî du qatan biha bûne.

Li aliyekî dîtir jî Kombûna Pîşesazên Sûdanê ragihand ku Meclisa Leşkerî nexweşxaneyên hikumetê û yên taybet girtine û bi wê re jî rewşeke karaesat ku gefê yekser li jiyana nexweş û birîndaran dixwe, çêkiriye.

(fr/kc)


Mijarên Din