Li Sûdanê dîsa nakokî

Piştî ku 5 xwepêşendar di nav de 4 xwendekar hatin kuştin, nakokî dîsa vegerî kolana Sûdanê. Ji aliyekî din ve mudirê wezareta perwerdeyê Muhîdîn El-Celî biryara taloqkirina xwendinê di tevahiya astên xwendinê de heya demeke ne diyar, da.

Piştê xwepêşendanan bi demeke kin nakokî dîsa vegerî kolana Sûdanê bi taybet piştî ku 5 xwepêşendan di nav de 4 xwendekar hatin kuştin. Li gorî toreya nûçeyan a Sky News`ê li ser wê mudirê giştî yê wezareta perwerdeyê Muhîdîn El-Celî biryara taloqkirina xwendinê di tevahiya astên xwendinê de heye demeke ne diyar da.

Danûstandinkarên tevgera ku xwepêşendanê bi rêve dibe tekez kirin ku mîna ku hatiye diyarkirin civîn bi meclisa leşkerî re pêk nehatiye. Ji ber ku tîma danûstandinkar li El-Ubeyde bû û li wir jî xwepêşendar rastî êrîşê hatin.

Dihat payîn ku roja Sêşemê danûstandin di navbera meclisa leşkerî ya Sûdanê û rêveberên tevgera nerazîbûnê li hev bicivin da ku pirsgirêkên mîna hikumeta sivîl di pêvajoya demkî de çareser bikin. Lê komîtreya bijîşkan a navendî ya Sûdanê roja Duşemê ragihand ku 5 xwepêşendar li El-Ubeydê peytexta eyaleta bakurê Kerdivan li navenda welêt hatine kuştin.

Rêveberên meclisa leşkerî û hevalbendiya hêzên azadî û guhertinê ragihandin ku meclisek siyasî û leşkerî sivîl hevpar ava kirine û dê rêveberiyek demkî di 17`ê Tîrmehê de ava bikin. Da ku welêt 39 mehan bi rêve bibe. Ev jî yek ji daxwazên xwepêşendaran tîne cih.

(şx) 


Mijarên Din