Li Sûdanê greva giştî û diyalog

Belgeyên siyasî li Sûdanê tevlihev bûn û bi wê re jî li kolanên bajêr îro dest bi grevê hate kirin û dê heta sibe bidome. Partiyên opozîsyonê grev ragihand. Li aliyekî din jî fermandarên Meclisa Leşkerî ya Sûdanê serdana dewletên Ereb dikin ku lêkolîn li ser piştevaniya siyasî bê kirin.

Îro kolanên Sûdanê ji karmendên beşên taybet û giştî bi dema 2 rojan ketin greva giştî û ew jî li ser banga fermandarên çalakiyan kiriye ku bi armanca fişarkirinê li Meclisa Leşkerî ya Demkî ya serwer ku desthilatê radestî sivîlan bike, hat.

Diyalogên di navbera hevalbendên Deklarasyona Azadî û Guhartinê ku nûnertiya çalakgeran e û fermandarên artêşê de ku desthilatê piştî îstîfaya Umer El-Beşîr di Nîsana borî de dike, tevlihev bûn. Ew jî piştî nakokiyên belavkirina desthilatê di navbera leşker û sivîlan de bû.

Li ser van pêşdeçûnan, lihevkirin û yekrefiyên Sûdanê hatin guhartin. Her wiha îslamiyên ku xebat bi serokê Sûdanê Umer Hesen El-Beşîr re kirine yê îstîfakirî, hewl didin vegerin qadê. Li rexê jî nakokî di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî û Deklarasyona Azadî û Guhartinê de der barê rêveberiya desthilatê ya demkî de heye. Ev nakokiyên heyî dibin metirsiyek ku çalakger bên pêşberî saziyên leşkerî.

Di vê çarçoveyê de lêkolînerê zanîsta siyasî û têkiliyên navdewletî û mamosteyê Zanîngeha Um Dirman a Sûdanê Zubêr Miseb Zubêr ji ANHA’yê re der barê banga greva giştî û senaryoya ku li Sûdanê rû dide, wiha axivî: "Banga grevê ji hêla Deklarasyona Azadî û Guhartinê ve hat ku fişarê li Meclisa Leşkerî bike û xalên hêzê di diyalogan de bi dest bixe da ku meclis neçar bimîne hin erêkirinan çi di meclisa serwer de û çi jî ji bilî wê dibe, pêşkêş bike."

Ev pêşdeçûn bi rasthatina daketina balafira serokê Meclisa Leşkerî ya Demkî Abdulfetah El-Burhan li Sûdanê ya duh li balafirgeha Coba da ku hevdîtinê bi serokê dewleta Başurê Sodanê Silvakêr Miyaredêt bike, pêk hat. Ev jî piştî rojekê ji serdana wî ya ji Îmarata Erebî re der barê lêkolîkirina pêşketinên rewşa welat li Sûdanê de bi Şêx Mihemed Bin El-Nehyan waliyê Ebû Zebî re hat.

Fermandarên Meclisa Leşkerî ya Demkî di hefteya borî de ketin rewşeke awarte ku li gelek dewletan geriyan weke Îmarat, Misir û Erebistan Siûdî da ku piştevaniya siyasî ya desthilatê wergirin.

Der barê berteka Meclisa Leşkerî li ser bilindbûna dijberiya opozîsyonê de û têkiliyên xwe der heqê gerên ku kirine de lêkolînerê siyasî Zubêr wiha lê zêde kir: "Texmîn nakim ku Deklarasyona Azadî û Guhartinê dê tiştekî diyar di vê bilindbûna dijberiyê de bi dest bixe. Ji ber ew rewşa siyasî ya girêkok a niha nizane û Meclisa Leşkerî li planeke lêkolînkirî û bibaldar dimeşe û siyasta qezenckirina demê bi kar tîne. Û ji wê jî zêdetir piştevaniya herêmî weke Erbistan Siûdî û Îmaratê jî heye."

Banga greva giştî li ser nakokiyên di hundirê hevalbendên Deklerasyona Azadî û Guhartinê de hat. Li rexê jî Partiya El-Ume El-Qewmî (Partiya Neteweya Nîştimanî) ku tê de navdartirîn endamên hevgirtinê hene, grev red kir.

Der barê senaryoyên ku pêşbîn dibe li Sûdanê rû bidin Zubêr wiha da zanîn: "Ez venaşêrim ku xelekek gihandina veşartî di navbera Meclisa Leşkerî û rejîma berê de heye. Plan niha ew e ku meclis hinekî demê derbas bike û tevliheviyan çêke û piştre serweriya demborî bide Deklarasyona Azadî û Guhartinê. Dûre wê bibe sedema binkeftinê di 3 salên pêş de û bi wê re jî bingeha gelêrî dê winda bike. Piştre jî dê hilbijartinên serokatiyê çêbin û rejîma ber dê tê de bi ser bikeve, lê navekî dîtir. Ji ber hê jî aboriya ku berê komkirî diparêze."

 (fr)


Mijarên Din