Li Sûdanê heta niha 60 kes mirin

Li paytexta Sûdan Xertûmê, hejmara mirovên ji ber êrîşa Meclisa Leşkerî ya Demkî ya li dijî çalakiya rûniştinê gihîşt 60 kesî.

Komîteya Doktorên Sûdanî encama nû ya êrîşa leşkeran a li dijî çalakiya rûniştinê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya komîteyê, ji Duşemê ve herî kêm 60 kes mirine.

Bi fermana Meclisa Leşkerî ya Demkî ku dest daniye ser desthilatdariyê, êrîş li dijî çalakiya rûniştinê hatibû kirin ku li pêşiya navenda leşkerî ya li Xertûmê hatibû pêkanîn.

Êrîş ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Brîtanya Mezin û gelek welatên mezin ve bi tundî hate şermezarkirin.

Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, belavoka ku kuştina sivîlên li Sûdanê şermezar dike, ji aliyê Rûsya û Çînê ve hate blokekirin. Di belavokê de dihate xwestin ku tundî tavilê bi dawî bibe û danûstandin pêk werin.

Komîteya Doktoran diyar kir, milîsên Meclisa Leşkerî ji komkujiyê berpirsyar in. Li gorî tevgera gel, rêxistina milîs a bi navê Hêzên Desteka Lezgîn bi taybetî tevlî êrîşê bûne.


Mijarên Din