Li Sûdanê jinek dibe namzeta serokatiya Meclisa Serwer

Endamekî di nava şandeya Hêzên Azadî û Guhertinê ya Sûdanê de, di dema dan û standinên bi Meclisa Leşkerî re ragihand ku her du alî der barê namzetiya jinekê de ji endamtiya meclisê re ku dê were avakirin û ji aliyê serokê Meclisa Serwer re were birêvebirin, li hev kiriye.

Rojnameya Şerq El-Ewset ji ser zimanê fermandarê Koalîsyona Azadî û Guhartinê ya Sûdanê Sedîq Yûsif ragihand ku dan û standin ketin qonaxeke nû û îro jî dê bi ragihandina navên serokê Meclisa Serwer û navên her deh endamên meclisê, bi dawî bibe. 

Têkildarî mijarê Yûsif diyar kir ku dê jinek ji bo endamtiya Meclisa Serwer re her wiha 6 endam ji bo nûnertiya herêmên Sûdanê û 3 jî ji bo nûnertiya hêzên çekdar werin hilbijartin.

(eh)


Mijarên Din