Li Sûdanê xwepêşandan didom in

Xwepêşandarên Sûdanê beşdarbûna xwe ji xwepêşandana li pêşiya Navenda Fermandariya artêşê didomîn in. Armanca wan ku zextê bikin da ku ji sembolên rejîmê xilas bibin. 

Xwepêşandarên Sûdanê zexta xwe berdewam dikin da ku di meha xwe ya 4`emîn ji xwepêşandanên gelerî de bi temamî ji rejîmê xilas bibin

Li gorî AFP`ê piştî 7 rojan ji istîfakirina Umer El-Beşîr, xwepêşandêr xwepêşandanên xwe li pêşiya navenda artêşê didomînin, hejmara wan jî zêde dibe. Xwesteka wan ku leşker û serweriya hikûmetê dev ji kar berdin.

(bx)


Mijarên Din