Li Şedadê 2 pir hatin avakirin

Şaredariya Gel a bajarokê Til Şaîrê avakirina 2 piran bi dawî kir.

Navçeya Deşîşe 40 km dûrî Şedadê dikeve û ji bajarê Hesekê 100 km dûr e. QSD’ê di 17’ê Hezîrana 2018`an de rizgar kir. Ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyan û vegerandina jiyanê li navçeyê ya ku çeteyên DAIŞ`ê xerab kiribû, Rêveberiya Xweser gelek saziyên sivîl li navçeyê vekirin û yek jê jî Şaredariya Gel a bajaroka Til Şaîr e.

Ji bo pevgirêdana Deşîşe û bajarok û gundên Şedad û Hesekê, rêveberiya Meclisa Deşîşe giringî da avakirina pirên ku çeteyên DAIŞ`ê wêran kiribûn.

Şaredariya Til Şaîr a girêdayî navçeya Deşîşe xizmeta nêzî 150 gundên ku li ser rêya sînorê Iraqê û xizmeta zêdetirî 4 hezar kes li bajarokê Til Şaîr û xizmeta 50 hezar kes li ser xeta sînorî bi Iraqê re dike.

Di vê çarçoveyê de Şaredariya Gel a bajarokê Til Şaîr her du pirên  li rêya navçeya Deşîşe û Şedadê (Qesir, Om Hifûr) yê li ser rêya giştî a Deşîşe û Şedadê bi alîkariya Şaredariya Gel a navçeya Şedadê, ji nû ve ava kirin.

Cîgirê hevserokê şaredariya Til Şaîr Casim Mihemed diyar kir ku her du pir li ser destê çeteyên DAIŞ`ê dema ku herêm kontrol dikirin, hatin wêrankirin. Mihemed da zanîn ku di avakirina piran de 18 milyon lîreyên Sûriyê hatine xerckirin û daxuyand ku şaredarî komên axê li ber malên şêniyan bi rê kirin û ava ji bo vexwarinê belav kir û gelek rê li navçeyê vekirin.

Mihemed di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku îsal ew ê rêyên ku di navbera Şedadê û Deşîşe de qîr bikin, rêya sereke ya navçeyê sererast bikin û sûka giştî bi rêxistin bikin û rêyan tê de vekin.

(dh)

ANHA


Mijarên Din