Li Şedadê 3 moşek hatin bêbandorkirin

Yekîneyên endizyarî ya mayînan ya girêdayî Hêzên Ewlekatiya Hundirîn a navçeya Şedadê 3 moşekên ku ji bo hedefgirtina bajarokê Şedadê hatibû amadekirin bê bandor kirin.

 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro daxuyaniyek da û ragihand ku yekîneyên endizyarî yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a navçeya Şedadê 3 moşekên ku ji bo hedefgirtina bajarokê Şedadê hatibûn amadekirin bê bandor kirin.
Di daxuyaniyê wiha hate gotin:
"Dema dewriya hêzên me li gundewarê bajarokê Şedadê erka xwe dianî cih, endamên dewriyê 3 moşek li gundê Um Hicîra yê ku bi 5 km ji aliyê başûrê rojhilat ve ji bajarokê dûr e dîtin. Tîma endizyarî çû cihê moşekan û bê bandor kirin. Li gorî endamê rêveber ê time, moşek ji aliyê şaneyek veşartî ya DAIŞ`ê ve hatiye amadekirin û bera wan ber bi bajarokê ve hatibûn bicihkirin.”
Li ser moşekan gotinên ku îsbat dikin ên şaneyên DAIŞ`ê hatibûn nivîsîn. Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê piştî êrîşa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakurê Sûriyê jinûve zindî bûn.

(şx)
ANHA

 


Mijarên Din