Li Şedadê aloziya nan… Komîteya Aborî soza çareserkirinê da

Komîteya Aborî ya navçeya Şedadê diyar kir ku ji ber xirabûna firneyeke navçeyê, aloziya nan derketiye. Komîteyê soz da ku dê di demeke nêzîk de aloziyê çareser bike.

Şêniyên navçeya Şedadê ji ber pirsgirêka kêmbûna nan zehmetiyan dikişînin. Da ku tûreke nan bi dest bixin, bi saetan li ber deriyên firneyan disekinin.

Li Şadadê 2 firnên nan hene. Komîteya Aborî sedema aloziya nan vedigerîne xirabûna domdar a firneyeke navçeyê ku vê yekê barê firneya din girantir dike û aloziyê derdixe.

Li navçeya Şedadê û hin gundên nêzî wê zêdetirî 25 hezar malbat dimînin. Şênî nanê xwe ji her du firneyên navçeyê peyda dikin. Pêwîstiya her firneyekê bi derdora 12 ton ard heye. Komîteya Firneyan 4 ton ard dida her firneyekê, lê belê ji ber pêwîstiya herêmê bi nan û ji bo sivikkirina aloziyê êdî pêwîstiya her firneyekê bi 3 tonên din ên ard heye.

Vê zêdebûnê bi rêjeyeke mezin alozî çareser kir. Lê belê ji ber xirabûna domdar a firneyeke navçeyê ku dem bi dem ji xizmetê derdikeve, nanê ku bi rêya komînan li şêniyan tê belavkirin, kêm dibe.

Yek ji rêveberên Komîteya Aborî û berpirsê firneyên navçeya Şedadê Yasir Dexîm dibêje ku li herêmê aloziya nan heye. Dexîm diyar kir ku sedema dereketina aloziyê, xirabûna domdar a firneyeke navçeyê ye ku rojane para şêniyan ji nan bi cih dianî. Bi vê yekê zext li firneya Kooperatîfê dibe û şênî li dora wê kom dibin.

Dexîm destnîşan kir ku Komîteya Aborî hewl dide ku lêkirina 3 firneyên ku hatine erêkirin li gundewarên Şedadê bi dawî bike da ku pêşî li pirsgirêka kêmbûna nan bigire.

Dexîm wiha berdewam kir: "Em soz didin gelê xwe ku em beriya dawiya vê mehê pirsgirêkê çareser bikin û ard bi qasî pêwîstiya şêniyan bidin firneyan."

Hêjayî gotinê ye ku her sê firneyên li gundan hatine belavkirin ji bo bicihanîna pêwîstiyên şêniyên gundê Herîrî û her du bajarokên Hedadiye û Ebdan e û tê payîn ku beriya bidawîbûna vê mehê bikevin xizmetê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din