Li Şedadê amadekariya vekirina navendeke firotinê tê kirin

Meclisa navçeya Şedadê, ji bo pêwîstiyên bingehîn ên şêniyan û pêşîlêgirtina li keybaziya bazirganan, amadekariya vekirina navendeke firotinê dike. Tê payîn ku navend di destpêka hefteya bê de were vekirin.

Meclisa navçeya Şedadê bi koordîneya şîrketa Newroz re hewl dide navenda firotina madeyên xwarinê veke da ku pêdiviyên şêniyan bi bihayên guncaw peyda bike.

Tevî ku Komîteya Zimhêrê di nav sûkan de digere û kesên lîsteyên bihayên zimhêrê yên rojane binpê dikin muxelefe dike, lê madeyên xwarinê gelekî biha ne.

Tê payîn di navendê de 20 cureyên madeyên xwarinê û goşt werin frotin, da ku barên şêniyan ji ber nearambûna nirxê lîreyê Sûriyê li beramberî dolar sivik bibe û rê li pêşiya keysbaziyê were girtin.

Cîgirê hevserokatiya meclisa navçeyê Mihemed Bozan ji ANHA`yê re diyar kir ku dê navend di hefteya bê de vebe.

Bozan piştrast kir ku kel û pelên li navendê bê buhayên gumrikê ne û dê bi buhayên guncaw werin firotin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din