Li Şedadê bi saya hevkariya şêniyan rêjeya şewatan kêm bû

Tîma Şaredariya Gel û komîteyên rewşên awarte yên navçeya Şedadê bênavber hewl didin mudexeleya her pirsgirêkekê bikin. Bi taybet piştî şewatên bizanabûn ku di encamê de rûberên berfireh li Cizîrê şewitîne. Ji aliyekî din ve berpirsên şaredariyê tekez kirin ku bi saya şêniyan rêjeya şewatên bi zanabûn li herêmê kêm bûye.

Di encama şewatên bizanabûn de ku li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zeviyên çandiniyê hatin şewitandin. Bi taybet li herêmên Cizîrê. Şaredariya Gel a navçeya Şedadê û Ebdan tîmek taybet ji bo vemirandina şewatan eyar kirin.

Her wiha Şaredariya Gel sehrîcek avê ji bo tîmên agirvemirandin û rewşên awarte veqitand. Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Ebdan Taha El-Elî got tevahiya komîteyên awarte û agirvemirandinê ji bo her rewşek awarte  amade ne.

El-Elî destnîşan kir ku rêjeya şewatan li herêmên başûrê Hesekê ji herêmên din kêmtir bû û got: "Hejmara donimên ku li herêmên me şewitîne 700 donim derbas nekir. Rûbera herî mezin şewitiye li gundê Tirimbat El-Raşd rojavayê Şedadê bi 30 km bû."

Têkildarî heman mijarê hevserokê Şaredariya Gel a Şedadê Mihemed El-Salih rêjeya zirarê ya kêm ku li navçeya Şedadê û gundewarê pêk hatiye destnîşan kir.”

El-Salih diyar kir ku bi saya hevkariya şêniyan bi saziyên Rêveberiya Xweser û şaredariyê re di peydakirina sehrîcên avê de û alavên ku ji rewşê awarte re hatine diyarkirin, rêjeya şewatan û ziraran li herêmê kêm bûye.

El-Salih tekez kir ku hejmarek telefonê ji bo rewşên awarte li şaredariyê hatiye eyarkirin.

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din