Li Şedadê ji ber ava şor nexweşiya jehrî di nava sewalan de belav bûye

Serokê Yekîtiya Cotkar û Sewaldariyê yê Şedadê Mihemed El-Cuma ji ber belavbûna nexweşiya jehrî  di demên dawî de, ji aliyên peywendîdar xwest ku alîkariya kesên sewalan xwedî dikin, bikin.

Îsal nexweşiya jehrî di nav pezên li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê belav bûye. Şênî diyar dikin ku ew yek ji ber vexwarina ava zêde şor e çêbûye. Ji ber ku ava şirîn an jî ava kêm şor li navçeyê tine ye.

Li herêmên Cizîrê çandinî û sewalkarî çavkaniya aboriyê şêniyan e. Li kêleka wê jî berhemên binerde, petrol û gaz jî hene.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, serokê Yekîtiya Cotkar û Sewaldariyê yê Şedadê Mihemed El-Cuma daxwaza başkirina rewşa çandiniyê û alîkariya kesên sewaldariyê xwedî dikin, kir û wiha got: "Ji ber ew bingeha tora xwarinê li ser asta Bakurê Sûriyê û hemû Sûriyê ne. Divê alîkarî bi me re bê kirin.”

El-Cuma diyar kir ku pêwîstiya wan bi rêyên baştir di kar û xebata wan de heye û wiha pê de çû. “Ji ber rewşê, em wek Yekîtiya Cotkar û Sewaldariyê tê de dixebitin da ku alîkariya êm û aşlekirinê ji kesên sewalan xwedî dikin. Em hewl didin ku hemû cureyên êmê ji mirîşakan heya çêlkan re peyda bikin.”

Her wiha El-Cuma îşaret bi girîngiya peydakirina sehrîcên veguhestina avê ji herêmên ku ava wê şor e û sewal bi jehrê dikevin kir û wiha got: "Bi wê yekê em dikarin rêjeya jehrê ya ji ber ava şor, kêm bikin."

Cuma bang li aliyên peywendîdar ên kantona Hesekê kir ku desteka cotkaran di aliyê peydakirina sotemeniyê û dermanê aşlekirinê ji kesên sewalan xwedî dikin re bikin, da ku sewal bi nexweşiyan nekevin.

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din