Li Şedadê pêngava dezenfektekirinê

Di çarçoveya tedbîrên pêwîst ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê Şaredariya Gel a navçeya Şedadê dest bi pêngava paqijkirina saziyên sivîl û yên leşkerî kir.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) ku eguheriye şewbeke gelek biryar dan. Ji wan, dibistan û zanîngeh heta demeke nediyar xistin beltaneyê û hemû kombûn qedexe kir. Her wiha biyar da ku saziyên fermî yên ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve ji 16'ê Adara 2020'an heta 19'ê Adara 2020'an ketine betlaneyê da ku karê dezenfektasyonê bikin, di heman demê de li deriyên sînor tedbîrên pêwîst girt.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin Komîteya Tendirustiyê de "Şaneya Krîzê" ava kir da ku rewşa li herêmê bişopîne, nuqteyên tenduristiyê li herêmê belav bike. Di vê çarçoveyê de heta niha 6 navendên tendurustiyê taybet ji bo vê şewbê hatine amadekirin.

Li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê piştî biryara girtina saziyan a ji bo 3 rojan Komîteya Tenduristiyê û Şaredariya Gel dest bi pêngava paqijkirina navend û saziyên xizimetguzariyê kirin.

Paqijkirin bi madeya "BioPack" tê kirin. Piştî paqijkirina sazî û navendan, lê gerac, stad û deverên giştî jî werin paqijkirin.

Berdevkê Şaredariya Gel a navçeya Şedadê Abdullah El-Ecel  got"Di navbera Şaredariya Gel û Komîteya Tenduristiyê ya navçeyê Şedadê de koordîne hate kirin da ku dest bi karê dezenfektasyonê li tavahî avahî û navendên saziyan ên navçeyê bikin."

El-Ecel bang li şêniyan kirin ku ji bo xwe ji vîrusa Koronayê biparêzin lazim e tedibîrên pêwîst bigirin.

ANHA


Mijarên Din