Li Şedadê yekemîn dewreyên perwerdeyê ji 460 mamosteyan re hat vekirin

Li Şedadê yekemîn dewreya perwerdeyê ji 460 mamosteyan re hat vekirin. Perwerde bi armanca pêşxistina şarezayên mamosteyan di dayîna materyalên ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daniye de, hat vekirin. Dewreya yekemîn ji mamosteyên asta seretayî re hat amadekirin.

Piştî bidawîbûna sala xwendinê ya 2018-2019`an, Rêveberiya Dibistanên Herêma Cizîrê dest bi vekirina dewreyên perwerdeyê yên havînê ji mamosteyan re kir. Rêveberiyê bi armanca pêşxistina şarezayên mamosteyan tevî pêşxistina zimanê dayîkê ji her du pêkhateyên Ereb û Kurd re bi vê gavê radibe.

Rêveberiya Dibistanan di 3 paymengehên navçeya Şedadê ya girêdayî Kantona Hesekê de dewreyên perwerdeyê ji 460 mamosteyên navçeyê û gundewarê wê re, vekirin.

160 mamoste li Peymangeha Elawî El-Salih, 150 mamoste li Peymangeha El-Şêx Osman û 150 mamoste li Peymangeha El-Hine, perwerdeyê dibînin.

Girêdayî mijarê Rêveberê Peymangeha Şedadê yê dibistana Elawî El-Salih Teysîr Receb El-Seîd ji ajansa me re axivî û diyar kir ku wan ji 22`yê vê mehê ve dest bi dewreyên perwerdeyê kirine. El- Seîd got, di wan dewreyan de mamoste waneyên girêdayî rêbazên wanedayînê, zimanên Erebî û Kurdî, zanyarî û bîrkarî perwerdeyên xwe dibînin.

El-Seîd diyar kir ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê îsal li gorî makenîzmeyek nû ji salên din cudatir dixebite.

El-Seîd destnîşan kir ku kesên waneyan didin mamosteyên pispor in û ji şêniyên navçeyê ne.

Di berdewama gotinên xwe de El-Seîd got: “Ji bo dewreyan 3 peymangeh hatin vekirin; Elawî El-Salih, El-Şêx Osman û dibistana El-Hine. Ji ber hejmara pir a mamosteyan, dê dabeşî du beşan bibin. Dê dewre 22 rojan berdewam bikin. Dê mamsote agahî û zanyariyên xwe girêdayî danûstandina bi xwendekar re ji aliyê kesên pirspor ve pêş bixin.”

Ehmed El-Cerad ê ku semîneran di dewreyan de dide girîngiya dewreyan tekez kir.

Piştî bi dawîbûna vê dewreyê dê beşa din a mamosteyên navî û amadehî beşdarî dewreyên ku dê di 20`ê meha bê de destpê bike bibin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din