Li Şehba û Dirbêsiye gavên rêgirtina li pêşiya keysbaziya madeyan û dermanan

Li kantona Şehbayê komîteya Çavdêriya Tenduristiyê îro li ser dermanxaneyan geriya. Da ku bihayên dermanan û demên wê kontrol bikin. ji aliyekî din ve li navçeya Dirbêsiye gerên Komîteya Zemhêrê ji bo rêgirtina li pêşiya kesybaziya bazirganan were girtin, berdewam in.

Piştî ku vîrûsa Korona bû pandemiyek cîhanî, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketina derve hate ferzkirin. Tenê dikanên madeyên xwarin, dermanxane, navendên tenduristiyê ji bo peydakirina pêdiviyên şêniyan hatin istisnakirin.

Bi armanca çavdêriya karên dermanxaneyan, îro Komîteya Çavdêriya Tenduristiyê ya kantona Şehba li ser dermanxaneyan geriya da ku demên dermanan û bihayên wê kontrol bike.

Komîteyên li ser dermanxaneyên navçeya Ehrez, Ehdas û Fafînê geriya.

Girêdayî wê, pisporî kîmyawî a komîteyê Menan Hecîko got: “Di dema ferzkirina qedexeya derketina derve de, şêniyan gilî kirin ku hinek dermanxane dermanan bi bihayên buha difroşin. Em dermanên dem borî desteser dikin. Ger bihaya dermanekê li ser tune be, em dermanfroş hişyar dikin da ku carek din ev kêmasî çênebe. Ger li gorî xwe tevgeriya, li gorî qanûnê tê muhesebekirin.

Hecîko bang li şêniyan kir ku perspektîvên tenduristiyê bînin cih û di malên xwe de bimînin.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê îro Rêveberiya Giştî ya Zehmêrê û Parastina Mizexatker a herêma Cizîrê di nav sûka navçeya Dirbêsiyê de geriya, piştî agahiyên girêdayî keysbaziya hinek bazirganan.

Endamên rêveberiyê Ebdulbasit Kotî got: “Me dest bi gerên xwe di nav tevahiya sûkên bajarên herêma Cizîrê kir. Ji bo ku rê li pêşiya keysbaziya bazirganan bigirin. Her wiha her kesê muxelefe dike muhesebe bikin.”

Kotî bang li şêniyan kir ku wan agahdar bikin ger kesek bi bihayên ku Rêveberiya Giştî ya Zemhêr û Parastina Mizexatker  lîstin. Kotî teqez kir ku hemelya wan heya dawiya qedexeya derketina derve berdewam e.

Ji aliyê xwe ve şêniyan gotin ew ji gava rêveberiyê razî ne û wek gavek Erênî hesibandin. Şêniyan bang li Rêveberiya Giştî ya Zemhêrê kir ku gerên xwe zêde bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din