Li Şehba, Heleb û Şedadê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî hatin lidarxistin

Di çarçoveya 25`ê Mijdarê de li bajarên Şehbayê, Heleb û Şedadê çalakiyên cihêreng li dijî şîdeta li ser jinan û ji bo piştgiriya mafên jinan, hatin lidarxistin.

ŞEHBA

Tevgera Kevana Zêrîn a herêma Efrînê şanoyek têkildarî şîdeta li ser jinan pêşkêş kir. Şano li çerxerêya navçeya Ehdesê hate lidarxistin.

Bi dehan kesên ji navçeya Ehdas a kantona Şehbayê beşdarî çalakiyê bûn.

HELEB

Navenda Çandê ya Helebê pêşangeheke wêneyan bi navê ‘Hedefgirtina jinên pêşeng’ li hola civînan a meclisa Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li beşa rojhilat a Şêxmeqsûdê li dar xist.

Bi dehan rêveberên meclisan û partiyên siyasî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê beşdarî pêşangehê bûn.

Di pêşangehê de gelek wêneyên jinên têkoşer ên li çar parçeyên Kurdistanê şehîd ketine û dîmenên Xwişkên Mîrabal hatin pêşandan.

ŞEDADÊ

Li Şedadê jî bi heman armancê jinên ku di saziyan de dixebitin, daxuyaniyek da raya giştî. Bi dehan jinên navçeya Şedadê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê rêvebera Kongreya Star Rehef Elî ve hate xwendin û hate gotin ku jinên Bakur û Rojhilatê bi berxwedana xwe bûn stêrkek li Rojhilata Navîn. Hate bibîrxistin ku ew ji ber êrişên dijwar ên li dijî jinan û zîhniyeta baviksalar ku ji modernîyeta kapîtalîst xeternaktir e, ew di pêvajoyeke dijwar de dijîn.

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li hemû rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û kiryarên li dijî jinên sûrî, asteng bikin.

(dm)

ANHA


Mijarên Din