Li Şehba û herêma Firatê hemleyên dezenfektekirinê

Komînên kantona Şehbayê bi koordîneya Desteya Şaredariyan dest bi hemleya paqijkirina gund û kampan kir. Her wiha Rêveberiya Giştî ya Ekolojiyê ya herêma Firatê sazî, kolanên bajaran, bajarokan û navçeyên herêmê dezenfekte dike.

Weke tedbîreke pêwîst ji bo pêşîgirtina li Koronavîrus, saziyên xizmetguzarî li tevahî herêmê dest bi hemleyên paqijkirin û dezenfektekirinê, kirin.

Li kantona Şehbayê komîn, meclis û Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê dest bi baqijkirina kamp, gund û navçeyan kirine.

Desteya Şaredariyan bi hevkariya meclis û komînan di demên dawîn de xebatên paqijkirinê, reşandina dermanê mêş û mûriyan û dezenfektekirina kolan û cihên giştî, zêde kirine.

Hevsroka Şaredariya Gel a kampa Serdem Emel Qereman got piştî belavbûna Koronavîrus li kantona Şehbayê, bernameyeke ji bo dezenfektekirina kampê û paqijkirina wê bi awayekî rojane, danîn.

Di dawiyê de Emele bang li welatiyan kir ku prespektîfên Desteya Tenduristiyê bi cih bînin da ku pêşî li belavbûan Koronavîrusê bigrin.

Her wiha endamê şaredariya kampa Serdem Ferhad Elî jî diyar kir ku xebatên komînalî ji bo rêgirtina li ber belavbûna vîrusê girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em bi koordîneya komîn û meclisan di hefteyê du rojan kampê paqij û dezenfekte dikin."

LI HERÊMA FIRATÊ TEDBÎRÊN XWEPARASTINA JI COVID-19 BERDEWAM IN

Li herêma Firatê, di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrusê de Rêveberiya Giştî ya Jîngehê sazî, kolan, bajar û navçeyên herêmê dezenfekte dike.

Li herêma Firatê hemleya dezenfekteyê destpêka hefteyê dest pê kir û navendên tenduristiyê, xizmetguzariyê, firinên li bajarê Kobanê, sazî, navendên li navçeya Şêranê, Sirînê, Qenayê û Çelebiyê paqij kirin.

Di çarçoveya pêngavê de dê di saetên destpêkê yên sibeha de tevahiya sazî, meclis, navendên xizmetguzariyê û kolanan werin dezenfektekirin, ji ber çûn û hatin di van saetan de tune ye, dikan girtîne û dê pêşekiya wan dezenfekte bikin, lê sazî, meclis û navend dê di nava rojê de werin dezenfektekirin.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê dibistana Şehîd Hogir a li Kobanê kir karantîna û tê de pêşwaziya nexweşan dike.

(eh-bx)

ANHA


Mijarên Din