Li Şehbayê 900 mamoste amadekariyên sala xwendinê dikin

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk bi armanca pêşxistina behreyên mamosteyan û pêşdebirina qada perwerdehiyê, ji mamosteyên her du pêkhateyên Ereb û Kurd li kantona Şehbayê û Efrînê, li 17 navendan dewreyên perwerdê vekirin.

Bi nêzîkbûna sala xwendinê re, komîteyê jî bi rêya vê perwerdeyê amadekariyên sala xwendinê ya nû  dikin.

Tê zanîn ku 900 mamoste beşdarî dewreyê bûn û perwerdeya her navendekê dê mehekê dewam bike. 

Têkildarî mijarê 4 navend ji mamosteyên pêkhateya Ereb re hate veqetandin, her wiha 13 navendên din jî ji pêkhateya Kurd re hatin veqetandin. Navçeyên ku navend lê hatine vekirin ev in;Ehdas, Ehres, Til Rifat a girêdayî kantona Şehbayê û navçeya Şêrewayê a girêdayî Efrîna dagirkirî.

Di vê çarçoveyê de mamoste waneyên;Zimanê erebî, kurdî, matîmatîk, zanyarî, dîrok û cografiya distînin.

Hêjayî gotinê ku dewre bi armanca pêşxistina zanista mamosteyan, da ku amadekariyên sala xwedinê ya nû bikin hate vekirin.

Têkildarî mijarê berdevka Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a herêma Efrînê Narîman Sîdo got: "Li dijî hemû hewldanên  helandina çandî, mamoste waneyên xwe bi vîneke bilind werdigirin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din