Li Şehbayê bergiriyên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê

Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê bi hevkariya Nexweşxaneya El-Cama ya bajarê Helebê alavên pîvana herarata laş li kampan û nuqteyên tenduristiyê belav kirin û Şaredariya Gel li kantonê dest bi pêngava dezenfekteyê kir.

Di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê de Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê alavên pîvana herareta laş li hemû kamp û nuqteyên tenduristiyê yên li kantona Şebayê belav kirin.

Di demên derbasbûyî de Komîteya Tenduristiyê piştrast kiribû ku li kantona Şehbayê tu kes bi vîrusê neketiye.

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê Hêvîn Hisên ji ajansê re ragihand ku bi armanca pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê ew hemû bergiriyên pêwîst ên parastina koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê digirin. Hêvîn Hisên wiha got: “Tevî ku heta niha tu rewşên pêketina vîrusê nehatine qeydkirin, lê dîsa jî em bergirî û tedbîrên pêwîst ên parastinê digirin."

Hêvîn diyar kir ku wan dest bi pêngava hişyarkirinê kiriye û belavok Ii komînên li kantona Şehbayê belav kirine. Belavok amaje bi paqijkirina kesayetî û awayê parastina ji vîrusê dikin.

Têkildarî rêzebergiriyan Hêvîn diyar kir ku li nuqteyên tenduristiyê  tenê rewşên xeternak  pêşwazî dikin, her wiha alavên pîvana heraretê li her 5 kampan û nexweşxaneyê belav kirin, da ku beriya sivîl derbasî kampê bibin herareta wan were pîvandin û heke heraret hebe yekser maskan deynin û biçin odeya pişkinînê.

Der barê plansaziyê de Hêvîn Hisên destnîşan kir ku ew amadekariyên pêngavên hişyarkirinê û semînerên têkildarî awayê parastina ji vîrusê dikin, her wiha navendên kombûnê û tenduristiya giştî dikin, di heman demê de hejmara destşokên li deveran û nexasim li kampan zêde dikin û madeyên paqijkirinê û dezenfekteyê belav dikin. Hêvîn banga qedexeya kombûna li bazar û deverên giştî kir.

Komîteya Tenduristiyê ya Herêma Efrînê bi hevkariya Nexweşxaneya El-Cama ya bajarê Helebê destnîşan kir ku heke kes bi vîrusê ketibe, yekser rakin nexweşxaneyê, ji ber ku wan li kantonê odeya pişkinîna ji vîrusê amade kiriye û heke rewşên biguman hebin yekser rakin nexweşxaneyê.

Hevseroka Komîteya Tenduristiyê Hêvîn Hisên di dawiya axaftina xwe de bang li welatiyan kir ku hişyar bin, guhdanê bidin paqijiyê û dema rewşên awarte hebin, rakin nuqteyan û destên xwe baş bişon.

Di heman çarçoveyê de îro Şaredariya Gel a Herêma Efrînê dest bi pêngava dezenfektekirina dibistanan, mizgeftan, komîn û meclisan kir, li gel vê yekê bi armanca parastina tenduristiyê giştî bergiriyên pêwîst girtine.

Şaredariyê plana dezenfektekirina 150 avahiyan kiriye û dê karkerên şaredariyê û endamên komîn û meclisan beşdarî planê bibin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Herêma Efrînê Fayîq Ehmed got di çarçoveya parastina ji vîrusê ev pêngavê dest pê kiriye. Faîq Ehmed diyar kir ku qonaxa yekemîn a dezenfektekirinê bi sazî, kamp, avahî û avahiyên giştî dest pê kiriye.

(eh)

ANHA


Mijarên Din