Li Şehbayê bi hezaran kes li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jinên Efrînê daketin qadan.

Hêrsa li hemberî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gelê Efrînê, bi taybet piştî bûyera dawî ya li dijî jinan zêde dibe.

Bi pêşengtiya Kongreya Star a herêma Efrînê meşeke girseyî bi beşdarbûna bi hezaran kesî hate lidarxistin.

Meş ji pêşiya navenda Şaredariya Gel a kantona Efrînê ya li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdasê yê Şehbayê dest pê kir û di kolanên sereke yên navçeyê geriya.

Di meşê de pankartên mîna "Berxwedana me hêza me ye û şehîdên me pêşengên me ne", "Ji bo azadiya jinê em têdikoşin", "Ji bêdengiya li hemberî dagirkeriya Tirk a li bakurê Sûriyê re na", "Ji binpêkirin, êşkencekirin û revandina jinan re na", "Paqijiya etnîkî ya li Efrînê rawestînin", "Kujer Erdogan îxtiyar û astengdaran nas nake", "Dagirkerî tundî ye" û "Bi rihê berxwedana Hevrînan em dagirkerî û faşîzmê têk bibin" hatin vekirin. Her wiha alên Kongreya Star, posterên Rêber Abdullah Ocalan, wêneyên jinên Efrînê yên bûne qurbaniyên binpêkirinê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û wêneyên jinên ji aliyê çeteyên  "Furqet El-Hemzat" ve hatin revandin, hatin hildan.

Meşvanan dirûşmeyên silavkrina berxwedana jinê û şeremzarkirina dagirkeriyê û sûcên li dijî jinan qîr kirin.

Meş li qada kampa Serdemê rawestiya. Li vir şehîdên têkoşîna azadiyê hatin bibîranîn.

Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Dalya Henan axivî. Dalya êrişên artêşa Tirk ên li ser kantona Efrînê  û bakurê Sûriyê û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî êrişan şermezar kir û  bi bîr xist ,"Herêma Efrînê spartgeha ewle ji bo hemû welatiyên Sûriyê bû, lê niha ji aliyê civaka navnetewî ve nehatiye parastin, berovajî wê asta tundiyê lê zêde dibe. Çeteyên Tirkiyê sûcên şer û sûcên der mirovî lê pêk tînin, jinan direvînin, digirin, li dijî wan hemû cûre tundî û zulmê tê kir."

Dayla anî ziman ku ev kiryar sûcên şer e divê civaka navdewletî hesab ji Tirkiyê bixwaze.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê Sureya Hebeş jî axivî, îşaret bi binpêkirinên hêzên dagirker ên li dijî goristanên şehîdan û cihên pîroz kir û got: "Gorên şehîdên me yên ku canê xwe dane û bi xwîna xwe ya paqij ev xak av dane têne texrîbkirin. Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan em bang li hemû rêxistinên navnetewî dikin ku sînorekî ji binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker re deynin û ji ber sûcên ku dikin hesab jê bixwaze."

Sureya Hebeş bang li hemû jinên herêmê û yên cîhanê kir ku li dijî dagirkeriya Tirk rabin serhildanan û li dijî tundiya li ser jinan tê kirin rêza xwe bikin ye.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin û Berxwedana Serdemê û şermezarkirina dewleta Tirk bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din