Li Şehbayê bi merasîmekê nasnameyên 5 şehîdan hatin eşkerekirin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê bi merasîmekê nasnameya 5 şervanên YPG û YPJ`ê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûn ragihand.

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê beşdarî merasîma ragihandina nasnameyên 4 şervanên YPG û YPJ`ê ku di Berxwedana Serdemê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûn, bûn. Merasîm li kampa Berxwedan hat lidarxistin.

 Şehîdên hatin bi bîranîn ev; Hesen Mihemed (Ronî Rojava), Biryar Efrîn, Mihemed Ibrahîm (Can Fîda Efrîn), Reşîd Henan (Zîndan Efrîn) û Ehmed Elo" her wiha şervana YPJ`ê Evîn Îsa ( Xwînda Welat).

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Xelîl Îso, endama Koodînasyona Kongerya Star Hediyê Yûsif û endama Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Mûşîra Mele Elî axivîn.

Axaftvanan sebir ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin, lehengiya şehîdan bû pira ber bi ewlehiyê ve.

Her wiha axaftvanan soz da ku dê rêya şehîdan bişopînin.

Paşê nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Serdemê bidawî bû.

ANHA


Mijarên Din