Li Şehbayê bîranîna komkujiya Til Hasil û Til Eranê

Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Şehbayê û Meclisa Kantona Şehbayê komkujiya Til Hasilê û Til Eranê bi daxuyaniyan bi bîr anî.

Îro salvegera 7`an a komkujiya Til Hasil û navçeya Til Eranê ye ku çeteyên Cebhet El-Nusra û komên pê ve girêdayî 2013`an pêk anî û di encama wê de derdora 50 sivîlan hatin qetilkirin.

Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê şaxê Şehbayê û Meclisa Kantona Şehbayê du daxuyaniyên cuda ji raya giştî re dan.

Daxuyaniya Meclisa Kantona Şehbayê li bajarokê Fafînê hate xwendin. Hevserokê meclisa navçeyê Ezîz Beşar daxuyanî xwend û wiha diyar kir:

"2013`an wekî îro rêxistinên radîkal ên ku dewleta Tirk a terorîst û serokkomarê wê Erdogan li dijî sivîlên bajarên Til Eranê û Til Hasilê komkujî pêk anîn û di encamê de sûcên hovane li dijî şêx û ciwanên her du bajaran pêk anîn.

Îro jî li dijî gelên Sûriyê bi giştî dewleta Tirk û çeteyên wê heman komkujiyan dubare dikin, bûyerên ku li Şehbayê ya dagirkirî, Cerablus û heta bi Ezaz, Efrîna aştiyane diqewimin û revandin, ferzkirina zimanê tirkî, ala dewleta Tirk, talankirin û wêrankirina mal û milkan û şûnwaran, koçberkirina bi deh hezaran malbatan ji gund û bajarên wan. Armanca wan tunekirina vîna gel e û têkbirina projeya wan a demokratîk e.”

Daxuyaniya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê li bajarokê Fafîn hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Rêveber a hevbendiyê Eladîn Xalid ve hate xwendin.  Daxuyanî wiha ye:

"Em îro salvegera 7`an a komkujiya Til Hasil û Til Eranê bi bîr tînin, bûyera komkujiyê wekî ku duh rû daye, me ew ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin jî.

Ew rojên reş ku 27`ê meha Tîrmeha 2013`an komên leşkerî yên terorîst ên Cebhet El-Nusra, DAIŞ`ê û 19 komên leşkerî û hin tabûrên kurdî pêk anîn, kesên li mizgefta Til Hasilê ya bakur nimêj dikirin, dorpêç kirin û wan bi navê “kafir” bi nav kirin û nehiştin nimêja xwe temam bikin. Her wiha bang kirin û gotin “Ey kafir, jin, zarok û malên we helal in ji me re. Xwe radest bikin.” Ev ê hişt ku ciwanên bajarok parastina xak û namûsa xwe bikin û di nava 3 rojan de ji cîhanê re îsbata asta exlaq û mirovatiya xwe bikin.

Em wek Hevbendiya Nîştimanî ya Demokraîtk a Sûriyê vê komkujiya li dijî jin, zarok û kesên temenmezin şermezar dikin."

eh

ANHA


Mijarên Din