Li Şehbayê bîranîna şehîdan

Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Şehbayê bi boneya 18‘ê Gulanê Roja Şehîdan bîranîneke lidar xist.

Bi dirûşmeya "Bi rihê 18‘ê Gulanê em Efrînê rizgar bikin" Meclisa Malbatên Şehîdan li kampa Serdemê ya kantona Şehbayê biranîneke lidar xist. Di bîranînê de sînivîzyoneke li ser jiyana têkoşer Heqî Karar û şehîdên Berxwedana Serdemê hate pêşandan. Her wiha find li ser gorên şehîdan ên li navçeya Ehrisê hatin vêxistin.

Malbatên şehîdan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û endamên meclisên kantonên Efrîn û Şehbayê amade bûn.

Piştî deqeya rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Xelîl Ehmed 18‘ê Gulanê li hemû şehîdên Kurdistanê û şehîdên Berxwedana Serdemê pîroz kir û ev roj wekî rojeke girîng di dîroka gelê Kurd de bi nav kir.

Xelîl anî ziman ku bi rihê şehîdan gelê Kurd gelek destkeftî qezenc kirin û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Piştre, sînivîzyonek li ser jiyana têkoşer Heqî Karar û şehîdên Berxwedana Serdemê hate pêşandan.

Malbatên şehîdan çûn Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehrisê û daxuyaniya 18‘ê Gulanê da.

Daxuyanî ji aliyê Bekir Elîko û Silava Seydo ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: " Em bejna xwe li hembeî giyanên hemû şehîdên azadî û rumetê ditewînin. Wekî malbatên şehîdan em soz didin ku em li ser xeta şehîdan bimeşin heta azad û serkeftin pêk were û armancên di jiyaneke azad û bi rumet bi cih were. Em li Şehbayê li ber xwe didin heta Efrînê ji dagirkeran rizgara bibe û bi serkeftî vegerin warê û armancên şehîdên xwe bi cih bînin."

Piştre malbatên şehîdan find li ser gorên şehîdan vêxistin.

ANHA

 


Mijarên Din