Li Şehbayê çalakiya piştgiriya bi grevên birçîbê re bi dawî bû

Kongreya Star a Efrînê çalakiya piştgiriya çalakgerên gireva birçîbûnê ya ku 8 rojan dom kir, bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Di daxuyaniyê de kongreyê berdewamkirina têkoşînê heya pêkanîna daxwazên çalakgeran, azadiya Ocalan û rizgarkirina Efrînê  teqez kir.

Kongreya Star a Efrînê bi dirûşmeya `Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in` çalakiya konvedanê ji bo piştgiriya berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê li dar xistibû. Çalakî di 10’ê Nîsanê de li navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê destpê kir.

Konê çalakiyê bi wêneyên çalakgerên greva birçîbûnê di nav de Leyla Guven û Nasir Yagiz, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan, şehîdên Berxwedana Serdemê, alên YPJ, Kongreya Star, Yekîtiya Jina Azad a Şehba, Meclisa Malbatên şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hatibû xemilandin.

Tevî wê pankartên bi nivîsên bi her du zimanên Kurdî û Erebî yên `Bi pêşengiya Leyla Guven em ê asta berxwedanê mezin bikin û bi Ocalan re azad bijîn`, `Berxwedan Jiyan e`, `Soza me ye em pergala Imraliyê bişkînin`, `Em ê tecrîdê û faşîzmê bişkînin û Neteweya Demokratîk misoger bikin’, `Bi giyana 4`ê Nîsanê em ê Neteweya Demokratîk ava bikin û bi serok Ocalan re bijîn`, `Bi giyana jina azad em ê dîwarê Imraliyê bişkînin` hatibûn daliqandin.

Çalakiya konvedanê îro di roja  8`an û dawîn de bi nobetdariya jinên kantona Şehbayê bi dawî bû. Jinan kirasên ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çalakgerên ku şehîd bûne li ser bûn, li xwe kirin.

Çalakî îro bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre axaftin hatin kirin. Endama Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rehma Elo, rûspiyê êlên Efrînê Mihemed Xêr Ebûd û Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif axivîn.

Axaftvanan berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê bi bîr xistin û tekez kirin ku çalakger navên xwe bi tîpên zêrîn di rûpelên dîrokê de dinivîsin. Axaftvanan destnîşan kirin ku divê cîhan bizanibe ku tecrîda li Ocalan hatiye ferzkirin, bi xwe tecrîda li ser gelê azadîxwaz e. Her wiha bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ku daxwazên çalakgeran û gelên ku piştgiriya wan dikin bînin cih.

Piştî bidawîbûna axaftinan Nûrşîn Hisên bi navê Kongreya Star daxuyaniya dawîn a çalakiyê xwend. Di daxuyaniyê de berdewamkirina çalakiyê û piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê hate teqezkirin. Di daxuyaniyê de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin  û hate diyarkirin ku daxwazên Leyla û gel yek in, dest jê bernadin çendîn dewleta Tirk binpêkirinên der mirovî li ser gel pêk bîne. Her wiha berdewamkirina çalakiyan heya pêkanîna daxwazên çalakgeran, azadiya Ocalan û rizgarkirina Efrînê hate teqezkirin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê û azadiya Ocalan bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din