Li Şehbayê çinîna ceh dest pê kir

Ji tirsa ku zeviyên çandiniyê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve werin hedefkirin, cotkarên Şehbayê îsal zû dest bi çinîna ceh kirine.

Mewsimê berhevkirina ceh li kantona Şehbayê îsal zû destpê kir. Şênî di metirsiyê de ne ku zeviyên wan ji aliyê dagirkeran ve were şewitandin lewra îsal zû dest bi çinînê kirine.

Ji bo rewşên awarte yên şewatan, şaredarî, komîteyên parastinê û Desteya Çandiniyê ya Herêma Efrînê tevkar in û bi derfetên kêm sarîcên biçûk ên avê û agirkujiyê amade kirine.

Endamê Komîteya Çandiniyê Ehmed El-Hesen diyar kir ku, îsal beriya wextê bi 15 rojan çinîna ceh li kantona Şehbayê dest pê kir, ji ber ku cotkar ji ber şewatan metirsîdar in.

Cotkar û xwediyê derasiyê Ebdulrehman Dawud jî got: "Tevî ku ceh hîna baş hişk nebûye û rûberên şîhanî heye, lê me îsal zû dest bi çinîna ceh kir da ku wekî par neşewitin. Par ji ber topbarn dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ziyanên mezin gihiştin cokaran. Piştî çinîna ceh bi dawî bibe em ê dest bi genim bikin."

ANHA


Mijarên Din