Li Şehbayê civîna berfireh a jinên ciwan lidar ket

Li kampa Serdem a Şehbayê civîn pêşî ya jinên ciwan a herêma Efrîn û bajarê Helebê ê bi başdarbûna 200 delegeyan hate li darxistin.

Bi dirûşmeya ”Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û Efrînê rizgar bikin” Yekîtiya Jinên Ciwan civîna xwe ya pêşî bi beşdarbûna 200 delegeyên ji Şehba, Efrînê û Helebê li kampa Serdem a Şehbayê li dar xist. Di dawiya civînê de meclisa yekîtiyê ku ji 20 endaman pêk dihat hat hilbijartin. Nûner û mêvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên sazî û desteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê jî di civînê de amade bûn.

Cihê civînê bi wêneyên şehîdan, Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan, parlamanter Leyla Guven û çalakgerên grevên biçîbûnê, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û pankartên bi nivîsên "Serî hilde, şer bike, Efrînê rizgar bike" û "Bi pêşengtiya jinên ciwan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û Efrînê rizgar bikin” hatibû xemilandin.

‘Divê rê neyê dayîn ku xaka Sûriyê were parçekirin‘

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilata Sûriyê Jiyan Koçer axivî. Koçer bal kişand ser şerê taybet ku li hemberî jinên ciwan tên meşand û got, bi rêxistinbûyîn û perwerdeyê rê li ber vê şerî tê girtin û nirxên civakê têne parastin.

Jiyan her wiha bang li jinên ciwan kir ku di pêvajoya dîrokî de erka xwe pêk bînin û nehêlin dewleta Tirk a faşîst Efrînê ji Sûriyê qut bike û ji bo rizgarkirina Efrînê xeta têkoşînê mezin bikin.

‘Perwerde û rêxistinbûyîn mertala parastinê ye‘

Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso jî got:”Dewletên desthilatdar di serî de jinên ciwan dikin hedef û bi hemû rêbazan xwestin hêza jinên ciwan lewaz bikin. Em xwediyê fikrê demokratîk in, ev yek li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di jiyana hevbeş a navbera hemû pêkhateyan de diyar dibe. Em girîngiyê didin jinan bi taybet jinên ciwan da ku rola xwe ya pêşeng di civakê de bilîzin. Rêxistin û fikrê azad mertala parastinê ji bo jinên ciwan e."

Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser rola jinên ciwan di Berxwedana Serdemê, kurtejiyana têkoşer Avesta Xabûr û Barîn Kobanê hate pêşandan.

Piştre, raporên xebatên du salan ên Yekîtiya Jinên Ciwan ên qadên Efrîn, Şehba û Helebê ji aliyê Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Gulê Cemo ve hate xwendin. Her wiha rêziknameya yekîtiyê ji aliyê Rêvebera Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê Bêrîtan Cado ve hate xwendin.

Di berdewama civînê dehilbijartin pêk hatin, di dawiyê de 20 endamên wekî rêveberên Meclisa Yekîtiya Jinên Ciwan li Efrîn, Şehba û Helebê hatin hilbijartin.

Piştî pêşniyar û nîqaşên berfireh biryar hatin girtin, ji wan, "Têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di çarçoveya pêngava rizgarkirina Efrînê li her cihî û her zemanî de çalakî werin kirin, piştevahiya berxwedana têkoşer Leyla Guven, Nasir Yagiz û hevalên wan heta pêkanîna serkeftinê, li hemberî zextên li ser jinên ciwan pêngavên hişyariyê werin lidarxistin, rola jinên ciwan di çand û hunerê de were pêşxistin, ji bo beşdarkirina jinên ciwan di pêngava rizgarkirina Efrînê amadekarî werin kirin, birêxistinkirina dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî, vekirina pêşangehên şêwekariyê, akademiya jinên ciwan li kantona Şehbayê were vekirin.

Civîn bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana jinan û banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din