Li Şehbayê ciwan ji bo Ocalan daketin qadan

Li Şehbayê ciwanên şoreşger ên Sûriyê bi meşekê şewata li girava Îmraliyê ku Rêber Ocalan lê girtî ye şermezar kir.

Piştî belavbûna nûçeyên şewata li girava Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê girtî ye, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakî dest pê kirin.

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Şehbayê meşek  bi beşdarbûna şêniyên kantona Efrînê hate lidarxistin. Meş ji ber stada Babnis a li gundê Babinsê destpê kir. Di meşê de meşele û posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hatin hildan û dirûşmeyên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî serok Apo" hatin berzkirin.

Meş li kolanên sereke yên gund geriya û li Qada Bazar  veguherî mîtîngê.

Li vir deqeyek rêz hate girtin. Berdevkê Komîteya Ciwanên Sûriyê Reşîd Suleyman axivî û ev tişt anî ziman: "Deweleta Tirk a faşîst dixwaza îradeya ciwanan bi rêya şerê taybet bikuje. Rêber Abdullah Ocalan ji beriya 21 sal di girtîgeha Îmraliyê de girtî ye û tecrîdek girankirî li ser wî hatiye ferzkirin. Em şagirtin û ciwanên Rêber Abdullah Ocalan û fikirê wî hilgirtine. Em dest ji rêberê xwe bernadin, tu kes nikara îradeya ciwanan bişkîne, em ê heta azadiya rêber Apo li ser xeta wî bimeşin."

Mîtîng bi qîrkirina dirûşmeyên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din