Li Şehbayê cotkaran dest bi çinîna kartolan kir

Şêniyên kantona Şehbayê piştî ku komîtya Aborî û Çandniyê hemû pêwîst ji bo çandina kartolan peyda kirin, cotkaran dest bi çinîna berhemên kartolan (Petat) kirin.

Kartol yek ji berhemên çandiniyê yên girîng li kantona Şehbayê ye. Cotkar diçînin û li berhemên xwe li herêmên cûda yên Sûriyê difroşin.

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Şehbayê destek da çandina kartolan û hemû pêwîstî ji semad, sotemîn û pêwîstiyên din ji cotkran re peyda kir.

Desteka ku komîteyê da cotkaran bû sedama ku çandina kartolan zêde bibe, firehiya lê tê çandin zêde bibe û berhemên wê baş bibe.

Beriya çend rojan cotkarên kantonê dest bi cinîna berhemên kartolan kir. Cotkar jî bi hêvî ne ku berhemên îsal baş bin.

Ji rêveberên Komîteya Aborî û Çandiniyê ya kantona Şehbayê Basim Osman got komîteyê hemû pêwîst ji cotkran re peyda kir, ji ber wê pêşketin di aliyê çandinêyê de çêbû her wiha derfet kar ji xebatkarên çandiniyê re peyda dikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din