Li Şehbayê dayîna kiriya amperan hate betalkirin

Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê, xwendiyên dikanên bazirganiyê ji dayîna kiriya amperan betal kir.

Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê armanca alîkardayîna şêniyan li gel ferzkirina qedexeya derketina derve, xwediyên dikanên bazirganiyê ji dayîna kiriya amperan betal kir.

Hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê Fayiq Ehmed têkildarî kar û xabatên wan ên alîkardayîna şêniyan li gel qedexeya derketina derve ji ANHA‘yê re axivî. Ehmed anî ziman: "Piştî biryara Rêveberiya Xweser a qedexeya derketina derve ya ji armanca parastina tenduristiya şêniyan ji pandemiya Koronayê, wekî Desteya Şaredariyan me dest bi karê xwe yên parastina tenduristiya şêniyan kir, me dest bi hemleyên hişyarî û dezenfektekirinê li herêmê kirin."

Ehmed bi domdarî got: "Bi mebesta alîkariya bi şêniyan re, me di civîna xwe ya heftana de biryar da ku hemû xwendiyên dikanên bazirganiyê di dirêjahiya dema qedexekirinê de ji dayîna kiriya amperan betal kir ku derdora 350 amper in. Di dema berê de jî me biryar dabû ku ji bilî dikanên xwarin, zebze û dermanxaneyan hemû dikan werin girtin. Xwediyên dikanên din jî dikanên xwe girtin û di mal de ne."

Ehmed diyar kir ku biryara betalkirina xwediyên dikanên bazirganiyê ji dayîna kiriya ampêran ji îro ve (6‘ê Nîsanê) dikeve meryetê.

ANHA


Mijarên Din