Li Şehbayê dema berhevkirina pîvazan

Cotkarên li gund û navçeyên kantona Şehbayê dest bi çinîna mewsima pîvazan kir.

Pîvaz ji girîngtirîn berheman e ku kantona Şehbayê pê navdar e. Li gorî cotkaran, mewsima pîvazan têra kantonê dike. Her wiha ji şêniyên herêmê re dibe piştgiriyek û rûberên fireh diçînin.

Li gorî Komîteya Aborî û Çandiniyê, berhema her hektarekê di navbera 50-70 tonî de ye. Ew jî bi xizmeteke baş ji semad û avdanê ye. Hin caran jî her hektarek zêdetirî 70 tonî dide.

Pîvaz li zeviyên avî tên çandin. Ew jî piştî sererastkirina zevî, axşûvkirin û ajotina wê ye.

Li gorî Komîteya Çandiniyê û Aboriyê, di destpêka meha Sibatê de pîvaz tên çandin. Lê belê beriya wê divê zevî hatibe amadekirin. Rêjeya tovê ya her hektarekê di navbera 8-10 kg de ye.

Piştî tov hat çandin, xebata xizmetkirinê tê. Ew jî tunekirina kurmik û baldariya li ser e. Her wiha bernameya semadê jî tê. Zeviyên ku pîvaz lê tên çandin, semadên urea, spore û safad tên reşandin.

Piştî çend mehan ji çandina tov, xebata axşûvê bi rêya reşandina dermanan a bi navgîniya traktor an jî bi destan, tê kirin.

Ya herî girîng divê avdana mewsimê bi rêk û pêk be. Mewsima pîvazan rastî nexweşiyên kufarkê ya spî tê. Ev jî beriya ku nexweşî lê peyda  bibe, divê dermanên kurmikan bên reşandin.

Di meha 6’an de avdan li ser mewsimê tê qutkirin. Di mehên 7 û 8 de dest bi çinîna mewsima pîvazan tê kirin. Piştre yên baş û nebaş tên cudakirin. Dûre yekser an diçe sûkê yan jî di avsarkan de tê parastin.

Li aliyekî din jî cotkarên li kantona Şehbayê di gelek astengiyên çandiniyê re derbas dibin, wekî dabînkirina mazot û semadê. Li rexê jî rejîma Sûriyê li ser şêniyên herêma Efrînê çember ferz kiriye û pereyên pir bi rêya gumrikkirinê distîne.

Di vê çarçoveyê de ajansa me ANHA’yê bi endezyar û endamê Komîteya Aborî û Çandiniyê Basim Osman re hevpeyvîn çêkir. Osman tekez kir ku cotkaran ji beriya çend rojan ve dest bi çinîna mewsima pîvazan kiriye.

Osman îşaret pê kir ku heke bernameya xwedîkirina pîvazan hate pêkanîn, mewsim heta zêdetirî 70 tonan diçe. Osman diyar kir ku çandina pîvazan têra şêniyên kantona Şehbayê dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din