​​​​​​​Li Şehbayê ji ber mayinên DAIŞ’ê 2 sivîl birîndar bûn

Di encama teqîna 2 mayinên ji bermahiyên DAIŞ’ê de ciwanek û zarokek li kantona Şehbayê birîndar bûn. Her du birîndar rakirin nexweşxaneyê da ku tedawî bibin.

Duh di encama teqîna mayineke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Elewşê de, ciwanê bi navê Hemze Izo (18) ji pêkhateya Ereb di dema çêrandina pez de birîndar bû.

Izo ji lingê xwe bi gelek parçeyan birîndar bû û di encamê de şeyê lingê wî hat qutkirin.

Li aliyekî din jî mayineke din ji bermahiyên DAIŞ’ê li gundê Til Sosîn ê navçeya Ehdas teqiya û di encamê de zarokê bi navê Mihemed Hebeş (11) ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê ya kantona Efrîna dagirkirî, birîndar bû. Mihemed Hebeş dema ku tevî hevalên xwe dilîst, birîndar bû, her wiha lingê wî yê rastê şikest.

Zarok rakirin nexweşxaneyê da ku emeliyat bikin û hat ezanîn ku piştî 6 mehên dîtir dê emeliyateke din jî bikin.

Li gorî daxuyaniya Nexweşxaneya Avrîn a kantona Şehbayê rewşa her du birîndaran aram e û dê berêvarê ji nexweşxaneyê derxin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din