li Şehbayê ji ber teqîna mayînê zarokek ji lingê xwe bû

Li gundê Til Sosînê yê Şehbayê ji ber teqîna mayînekê zarokek ji lingê xwe bû.

ŞEHBA

Mayîneke ku komên çete berê li gundê Sosînê yê Şehbayê bi cih kiribûn, bi zarokê bi navê Horîk Mihemed Çawîş (16) teqiya û lingê wî yê rastê jê bû.

Horîk ji gundê Dêr Sewan ê Şerayê ya kantona Efrînê ye.

Horîk niha li nexweşxaneya Avirîn a navçeya Kefernaya ya Şehbayê di bin kontrola bijîşkan de ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din