Li Şehbayê ji bo nûçegihan Mihemed Reşo taziye hate danîn

Li Şehbayê ji bo nûçegihanê Çira TV Mihemed Hisên Reşo yê ku di komkujiya artêşa Tirk a dagirker a li ser kerwanê piştgiyê li Serêkaniyê de şehîd bibû, merasîma sersaxiyê hate danîn.

Konê sersaxiyê li qada kampa Berxwedan a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate vedan. Bi sedan şêniyên kantonên Efrînê û Şehbayê herikîn bin kon û sersaxî xwestin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin dest pêk kir û axaftin hatin kirin.

Di axaftinana de êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin û banga mezinkirina têkoşîna li hemberî dagirkeriyê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd Mihemed Hisên Reşo hate kirin.

(rr)

ANHA


Mijarên Din