Li Şehbayê ji bo pêşîlêgirtina li Koronavîrusê bergiriyên nû hatin girtin

Hevseroka Meclisa Rêveber a herêma Efrînê û endama Şaneya Aloziyê Şîraz Hemo got ew destek û alîkariyê didin şêniyên navçeya Ehresê piştî ku ew xistine karantînayê û diyar kir ku hemû kesên bi rêya korîdoran derbasî Şehbayê dibin, test ji wan re tê çêkirin.

Şaneya Aloziyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ku nexweşekî Koronavîrusê têkiliya wî bi şêniyan re çêbûbû, qedexeya derketina derve li navçeya Ehresê ya kantona Şehbayê ferz kir.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur ûA Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 54 kes bi Koronavîrusê ketine û nexweşekî 45 salî li kantona Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Der barê tedbîrên ku li kantona Şehbayê û ragihandina qedexeya derketina derve de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê û endama Şaneya Aloziyê Şîraz Hemo wiha got: "Vîrus ji bajarê Helebê derbasî kantona Şehbayê bûye."

Şîraz Hemo destnîşan kir ku navçeya Ehres bi temamî di karantînayê de ye û qedexeya derketinê hatiye ferzkirin piştî ku nexweş derketin û dan û standina wan bi şêniyan re çêbû. Şîraz got qedexeya derketinê 14 rojan hatîye ferzkirin û li gorî encamên testan dibe ku were dirêjkirin.

Şîraz Hemo diyar kir ku ew hemû pêdiviyên pêwîst ji şêniyên navçeya Ehresê re peyda dikin û wiha axivî: "Tîmên tabyet ên Şaneya Aloziyê dest bi peydakirina hemû pêdiviyên pêwîst ji şêniyan re kir weke kehrebe, av, na û pêdiviyên sereke. Her wiha komîn û meclis jî roleke sereke di zanebûna gel de dilîzin ji bo parastina xwe ji vîrusê bikin, li gorî tedbîran tevbigerin da ku pêşî li belavbûna Koronavîrus bigrin."

Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê Şîraz Hemo wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tîmên tenduristiyê bi hemû meclis û komînan re di nava têkiliyê de ne da ku agahiyan der barê derketina nexweşên nû bide wan. Piştî kese bi vîrusê jiyana xwe dest da biryar ji aliyê Şaneya Aloziyê di civîna awarte de hatin derxsitin. Bendên kontrolê ji aliyê tîmên tenduristiyê ve li ser korîdorên ku kantona Şehba û bajarê Helebê bi hev girêdide, hatine danîn da ku hemû kesên derbasî bajêr dibin test ji wan re were çêkirin. Hemû komîn û meclis bi aliyên tenduristiyê re di nava têkiliyê de ne da ku agahiyan der barê kesên bi gûman bidin."

(bx)

ANHA


Mijarên Din