Li Şehbayê ji bo sivikkirina bandora dorpêçê projeyên çandiniyê pêk tên

Kantona Şehbayê di bin dorpêça hikumeta Sûriyê û êrişên dewleta Tirk  a dagirker û çeteyên wê de ye. Berpirsên projeya Taana ya çandiniyê hewl didin cureyên sebzeyan ên cuda ji sûka herêmî re hilberînin.

Hikumeta Sûriyê dorpêçek li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û rê li pêşiya derbaskirina madeyan qut kiriye. Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi domdarî bi top û çekên giran êrişî kantonê dikin.

Li gel van şertên şer û dorpêçê, însiyatîfên pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê li kantonê û peydakirina madeyên xwarinê ji şêniyan re bi pêş dikevin. Ev însiyatîf ji bo avakirina projeyek çandiniyê ku pêdiviyên sûkê ji sebzeyan û derfetên kar ji bo malbatên efrînî yên ku koçber bûne, peyda dike.

Komîteya Çandiniyê ya kantona Şehbayê projeyeke çandiniyê li gundê Taana yê bajarokê Fafînê li navçeya Ehdasê bi rûbera 12 hektaran ava kir. Karkeran bacanên sor, bacanên reş, îsot, kundir, xiyar û hwd çandin û niha diçinin da ku teşwîq bikin.

Di vê projeyê de nêzî 50 karkerên ku piraniya wan ji bajarê Efrînê ne, kar dikin. Komîteya Çandiniyê bi armanca piştgiriya şêniyan ev gav avêt.

Ev kar li ser du dewaman hatiye dabeşkirin, dewama sibehê saet ji 4:00`an heya saet 10:00`an e.  beşa êvarê, kar saet ji 15:00`an heya 20:00’an e. Her karkerek beramberî saetekê 500 lîreyên Sûriyê distîne.

Endama Komîteya Çandiniyê û berpirsa projeyê Îman Hisên got: "Proje ji nêzî 3 mehan ve destpê kiriye û em gelek cure ji sebzeyan diçînin ku hem pêdiviyên sûkê û hem jî derfetên kar ji gel re peyda bikin.”

Îman wiha lê zêde kir: "Ev gav destpêka pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê ji aliyê çandiniyê ve ye. Bi rêya wê hilberînên çandiniyê dê li sûkê peyda bibin. Plansaziya me heye û em hewl didin gelek projeyan bi pêş bixin.”

ANHA


Mijarên Din