Li Şehbayê kampanyayê paqijkirinê

Komîteya Desteka Dirûnî ya herêma Efrînê bi dirûşmeya " Ji bo jiyanek li hawirdoreke paqij em bixebitin" kampanyaya paqijkirinê da destpêkirin.

Komîteya Destekda Dirûnî ya herêma Efrînê ku ji endamên Heyva Sor a Kurd, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk û Komîteya Karûbarên Civakê pêk tê bi dirûşmeya  "Ji bo jiyanek li hawirdoreke paqij em bixebitin" kampanyaya paqijkirina gund û navçeyên Şehbayê da destpêkirin.

Kampanya ji navçeya Ehrisê bi desteka xwendekarên dibistanên navîn û seretayî dest pê kir. Di vê çarçoveyê de kolên navçeyê heta qada navenda navçeyê hatin paqijkirin.

Kampanyayê dê dewam bike heta hin gund û navçeyên din werin paqijkirin.

ANHA 


Mijarên Din