Li Şehbayê konê piştgiriya grevên birçîbûnê di roja xwe ya 2’yemîn de ye

Îro di roja 2’yemîn a konê ku Kongreya Star li navçeya Ehres a Şehbayê ji bo piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê vedan, bi serdana jinên navçeya Şêrawa û Til Rifet berdewam dike.

Kongrya Star duh li navçeya Ehres a kantona Şehbayê bi drûşmeya ‘Berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê pîroz e, em hemû Leyla û Nasir in’ konê piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê vedan.

Di bin konê çalakiyê de wêneyên çalakgerên di greva birçîbûnê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Berxwedana Serdemê, şaxên zeytûnan, ala YPJ/YPG`ê, ala  Kongreya Star, ala Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê, ala Meclisa Malbatên Şehîdan û ala Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hatin daliqandin.

Her wiha pankartên bi nivîsa ‘Bi serkêşiya Leyla Guven em ê berxwedana xwe bilind bikin û bi Rêber Ocalan re azad bijîn’, ‘Berxwedan jiyan e’, ‘Em soz didin ku em ê pergala Îmraliyê bişkînin’, ‘Em ê tecrîd û faşîzmê bişkînin  û netewa demokratîk misoger bikin’, ‘ Bi rihê 4`ê Nîsanê em ê netewa demokratîk ava bikin û Rêber Ocalan re bijîn’, ‘Bi giyanê jina azad em ê dîwarên Îmraliyê bişkînin’ hatibûn daliqandin.

Di roja 2’yemîn de şêniyên navçeya Şêrewa û Til Rifat beşdarî çalakiyê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê, Kongreya Star a şaxê Şêrewa û Til Rifat daxuyaniyek hevbeş dan. Daxuyanî ji aliyê yek ji endamên komîteya Fêrkirina Civaka Demokratîk Zeyneb Xibarî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew ê heya rakirina tecrîdê û daxwazên çalakgeran pêk werin li ber xwe bidin.

Piştî xwendina daxuyaniyê perspektîvên Ocalan hatin guhdarkirin.

Di çalakiyê de endama Kongreya Star a şaxê Şêrewa Heyat Daûd, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêrewa Hêvîn Daûd û endama Meclisa Şêrewa Cîhan Hesen axivîn.

Axêveran diyar kirin ku paşguhkirina daxwazên çalakgeran dij zagonî ye û gotin: “Kiryarên ku dewleta Tirkiyê di girtîgehan de dide meşandin, dermirovî û derexlaqî ye.”

Di çalakiyê de druşmê ‘Bijî têkoşîna çalakgerên gerava birçîbûnê û azadî ji Ocalan re’ hatin berzkirin.

Çalakî di roja  duyem  de bi serdana şêniyên navçeya Til Rifat didome.

(eh)

ANHA


Mijarên Din