Li Şehbayê malbatên şehîdan li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Bi hezaran malbatên şehîdan ên herêma Efrînê bi meşeke girseyî dagirkeriya Tirk şermezar kirin.

Bi dirûşma "Welat welatê me ye na ji dagirkeriya Osmaniya nû re" bi hezaran malbatên şehîdan ên herêma Efrînê li rêya di navbera gundên Til Qerah û kampa Serdemê de kom bûn û dest bi meşê kirin.

Di meşê de wêneyên şehîdan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên "Xaka xwe biparêzin û dagirkeriya Tirk û DAIŞ‘ê tine bikin", "Welat welatê me ye ji dagirkeriya Osmaniya nû re na" hilda bûn. Girse bê navber dirûşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û ya Rêberê Gelê Kurd Abdulalh Ocalan hatin berzkirin.

Meş li qada kampa Serdemê rawestiya. Li vir ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate kirin.

Xuşka şehîd Rozana, Hêvî Mustefa axivî, berxwedana Efrînê silav kir û anî ziman ku Berxwedana Serdemê li hemberî komployên navdewletî biser bikeve.

 Hevjînên şehîdan daxuyaniyek da kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê û gefên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin. Hevjînên şehîdan gotin ew ê têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeriyê bidomînin.

ANHA


Mijarên Din