Li Şehbayê mayînek ji bermahiyên DAIŞ`ê bi ciwanekî ve teqiya

Li navçeya Ehrezê ya Şehbayê mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê bi ciwanekî ve teqiya. Di encamê de ciwan di bedenê xwe de ji gelek cihan ve birîndar bû.

Roje roj serjimariya birîndarên bermahiyên şer ên ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê li kantona Şehbayê de çandibûn, zêde dibin.

Îro li navçeya Ehresê mayînek ji bermahiyên çeyetên DAIŞ`ê bi ciwanê bi navê Îbrahîm Ridwan ê 19 salî ve teqiya.

Yekser ciwan rakirina nuqteya Heyva Sor a Kurd û ji wir jî rakirin Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê.

Li gorî xebatkarên nexweşxaneyê rewşa ciwan baş e, lê parçeyên mayînê di nav bedena wî de belav bûne.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din