Zarokê bi navê Mihemed Ezîz Hisên (15) dema ku pez li nêzî bajarokê El-Zehra diçêrand mayîn bi wî de teqiya û di encamê de jiyana xwe ji dest da.
Nûçegihanê me destnîşan kir ku Mihemed Ezîz Hisê ji gundê Basilê yê girêdayî kantona Efrîn a dagirkirî ye û tevî malbata xwe li navçeya Til Rifat diman.
Hêjayê gotinê ku ji ber bermahiyên çeteyan ji mayîn û bombeyan, gelek zarokên koçberên Efrînê jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
(dm)
ANHA