Li Şehbayê panelek bi navnîşan `Jina têghiştî encama civakek têghiştî` ye li dar ket

Îro Buroya Rêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şehbayê panelek bi navnîşan `Jinek têghiştî encama civakek têghiştî ye` li dar xist. Di panelê de diyardeyên zewaca bi temenê biçûk, pirjinî, berdan, sedem û encamên wê li ser civakê hatin nîqaşkirin.

Îro Buroya Rêxistinkirina Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Şehbayê panelek bi navnîşan `Jinek têghiştî encama civakek têghiştî ye` li dar xist. Panel li Navenda Şehîd Axîn Welat a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê panelek bi tevlibûna bi dehan jinên kantona Şehbayê li dar ket.

Panel bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xada Kor Hemdî behsa bandorên neyînî ya pirjiniyê li ser malbatê û zarokan kirin.

Xada rêbazên rêgirtina li pêşiya pirjiniyê vegotinê jê pêwîstiya perwerdekirina jinan, avakirina projeyên taybet bo jinan da ku rewşek madî aram peyda bike. Xada got: “Birêxistinkirina dewreyan ji bo pêşxistina şarezayên jinan giringe. Da ku karibe malbat û civakê bi rêve bibe.”

Her wiha Xada behsa diyardeya zewaca bi temena biçûk, sedem û encamên wê yên neyînî li ser jinê, malbatê û civakê  kir.

Piştre sinevizyonek girêdayî zewaca bi temenê biçûk û bandorên wê yên neyînî û banga xilasiya ji vê diyardeyê hate pêşendan.

Piştî wê endama Partiya Pêşrojê ya Sûriyê Israa Ibrahîm behsa balkişand ser mijara berdanê, tundiya malbatî, zordestiya hindek hevseran li ser jinan kir. Israa got: “Ji bo hedek deynin pêşiya diyardeya berdanê û çareserkirina pirsgirkên jin û mêran divê her du hevser bi xwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û nehêlibin tu alî bikevin di navbera wan de. Ji ber ku dibe pirsgirêkê hîna girêktir bikin.”

Israa serjimariyek ku girêdayî rewşên civakî, rêjeya pirjiniyê, zewaca bi temenê biçûk û berdanê li kantona Şehbayê eşkere kir. Li gorî serjimariyiya Buroya Birêxistinkirina Jinana Partiya Pêşerojê ya Sûriyê rêje wiha ye: Li navçeya Fafînê rêjeya pirjinî ji sedî 70, zewaca bi temenê biçûk ji sedî 50. Li navçeya Ehrezê pirjinî ji sedî 50, zewaca bi temenê biçûk ji sedî 60. Li navçeya Kefer Naya pirjinî ji sedî 50, zewaca bi temenê biçûk ji sedî 80. Bi giştî rêjeya pirjinî li kantona Şehbayê ji sedî 50, zewaca bi temenê biçûk ji sedî 60 û berdan ji sedî 40 in.

Israa destnîşan kir ku ji bo derbaskirina xeteriya van diyardeyan li ser jinan û civakê pêwîst e dewreyên perwerdekirina jina werin vekirin û semîner werin lidarxistin.

Di dawiya panelê de sinevizyonek girêdayî haletên berdanê û bandora wê ya domdar li ser malbat û civakê hate pêşendan.

(şx)

ANHA


Mijarên Din