Li Şehbayê peymangeha"Şehîda Viyan Amara" hat vekirin

KPC-D’ê ya Herêma Efrînê peymangeha "Şehîda Viyan Amara"  li kantona Şehbayê vekir. Peymangehê ji 5 beşan pêk tê, hemû beş dê bi zimanê dayikê were dayîn.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratî (KPC-D) ya Herêma Efrînê bi derfetên sînordar yekemîn peymangeh li kantona Şehbayê li navçeya Ahdas, vekir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên xwe yên li ser kantona Efrînê Peymangeha Şehîd Viyan Amara jî kiribû hedef. KPC-D’ê biryar stand ku peymangeha Şehîd Viyan Amara da ku xwendekar xwendina xwe ya bi zimanê dayikê temam bikin, li kantona Şehbayê vekir.

Peymangeh beşên bîrkarî, zanistî, fîziya, kîmya û mamosteyên refê, pêk tê. Dê xwendekar ji hêla kadroyên pispor ya bi hejmara 14 mamosteyan ve, fêrî zimanê kurdî bibin.

Peymangehê, deriyê tomarkirinê li pêş xwendekarên ku bawernameyên amadehî wergirtinê ji 18 heta 30 saliyê, vekir.

Peymangehê tenê ji bo 400 heta 500 xwendekaran re hatiye amadekirin. Her wiha rêveberiya paymengehê hemû lêçûnên xwendinê, ji çapkirina semîneran, dabînkirina pênûs û lênûsan...hwd û li rexê jî dabînkirina çûn û hatinê ji xwendekarên li tevahî gund û navçeyên Herêma Efrînê re rûniştine, hildaye ser milê xwe.

Peymangehê ji xwendekarên ku bi sedema êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser kantona Efrînê yên di 20’ê Çileya borî de ji xwendinê qut bûne, şansek vekir. Da ku xwendina xwe li vê peymangehê bidomînin.

Di vê çarçoveyê de rêvebera peymangeha Şehîda Viyan Amara Bêrîvan Umer li ser armanca vekirina peymangehan û xwendekar bi zimanê xwe ya dayikê bixwînin wiha axivî û diyar kir ku vekirina peymangehê, israrkirina berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan in û girêdana bi jiyan û fêrkirina bi zimanê dayikê ya ku dagirkeriya Tirk hewl dide biçewisîne ye.

Bêrîvan wiha lê zêde kir: "Me girtîgeha ku DAIŞ û komên çete yên Tirkiyê ku berê kantona Şehbayê dagirkiribûn û weke cihê îşkenceyê û kuştin bikar dianîn û hemû hatibû wêrankirin, vegerand cihê fêrkirina nifşeke nû ya vejandina civakeke zane. Her wiha me girtîgeh sererast kir û vegerand peymangehê."

Di der barê tomarkirina li peymangehê de Bêrîvan di axaftina xwe de wiha anî ziman: "Tomarkirina xwendekaran a roja yekemîn pir baş bû û dê tomarkirin heta dawiya vê mehê bidome. Pejirandina xwendekaran li beşên peymangehê li gor heyvaziyê (li gor pileyên ku beşên ku hatine diyarkirin) ye."

Şehîd Viyan Amara mamosteya zimanê kurdî bû. Di 27’ê Tîrmeha 2013’an li kantona Kobanê di dema şerê bi komên çete yên Cebheta El-Nusra re ya ku ji Girê Spî ve êrîşî Kobanê kiriye, şehîd bûbû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din