Li Şehbayê pêşangeha destkariyên jinan

Da ku mîras û çanda jinan li kantona Şehbayê û rola wan di civakê de bê vejandin, Komîteya Jinan a Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê pêşangeheke destkariyên jinan organîze kir.

Piştî amadekariya berdewam ji hêla Komîteya Jinan û serdana jinên li navçe û gundan da ku kar û mîrateyên xwe li pêşangeha Navenda Çand û Hunerê ya Şehbayê peşkeş bikin, îro pêşangehek bi navê şehîd Barîn Kobanê li Navenda Çandê ya Fafînê, hate organîzekirin.

Di pêşangehê de hevserokatiya rêveberiya kantona Şehbayê, nûnerên saziyên sivîl û yên jinên herêmê, nûnerên Kongreya Star a Efrînê û bi dehan şêniyên Efrînê û Şehbayê amade bûn.

Cihê pêşangehê bi wêneyên şehîdan û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Azad a Şehbayê û yên rêveberiya kantonê û li rexê jî wêneyên ji hêla zarokên Efrînê û Şehbayê ve hatine xêzkirin, hate xemilandin. Di pêşangehê de karên destan ên ku li Şehbayê hatin çêkirin, wekî cilên rêsî, dirûvên cihêreng ên ji rîs, cilên kulturî yên ji çanda Efrînê û alavên ku bi destê jinan hatine çêkirin hene.

Dûre hevseroka Meclisa Kantona Şehbayê Wefa Husên di vê derbarê de wiha axivî: "Jin rastî zilm û zorê ji aliyê destpotan û hêzên kapîtalîzmê ve di dirêjahiyê serdemên berê de hatine. Ev kiryar xwe dispêre nezaniya van hêzan.”

Wefa Husên îşaret pê kir ku jinan bi vîna xwe civak guharand û rola xwe di hemû qadên jiyanê de sepand. Her wiha bi pêşdeçûna civakê û pêşketina çandî re mohra mezin a jinan di afirandina jiyan û parastina çandê de hebû. Ji lew re li ser wê bingehê bêyî rola jinan û beşdarbûna wê di hemû aliyan de, jiyan bi awayekî rasteqîn berdewam nake.

Piştî axaftinê Koma Zarokên Şehîdên Şehbayê dîlanên folklorîk pêşkêş kirin. Dûre ji hêla hevseroka kantona Şehbayê Wefa Husên û zarokên şehîdan ve deriyê pêşangehê hate vekirin.

Her wiha ji hêla endamên Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê ve bi navê "Jin" ku li ser rewşa jinan di civakê de beriya şoreşa azadiyê û rewşa niha ve, şanoyek hate pêşandan.

Beşdarên pêşangehê da ku karên hatine çêkirin bibinîn, hatin vexwendin. Di vê derbarê de ajansa me ANHA’yê bi gelek beşdaran re hevpeyvîn kir. Nezhet Şêx Mûsa ji pêkhateya Ereb e ku ajansê pê re hevpevîn kiriye û wiha got: "Pêşandana karên destan ên jinan nîşaneyek e ku jin parastina çand û mîraseya xwe dikin."

Ji aliyê xwe ve jî ciwana bi navê Îsra Îbrahîm wiha axivî:" Ev pêşangeh a 1’emîn a jinên Şehbayê ye. Bi rêya vê pêşangehê me xwest êşên ku gel ji destên rejîma Sûriyê û çeteyên DAIŞ’ê kişandine, pêşkêş bikin. Her wiha ji bo jin çanda xwe û bi derfetên xwe yên hêsan vejînin û bandora ku çeteyên DAIŞ’ê hiştiye, rabe."

Pêşandana pêşangehê bi silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din