Bi boneya salvegera 3'yemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser kantona Efrînê, Komîna Sîname ya herêma Efrînê bi hevkariya MSD'ê pêşangeheke hunerî li hola Lîstokan a kampa Serdemê ya kantona Şehbayê vekir. 44 şêwekar û peykersaz ên ji Efrînê beşdarî pêşangehê bûn. Amakedariyên vê pêşangehê 4 mehan dewam kir.
Pêşangeh bi diruşmeya "Em tên ey Efrîn..Bi rihê berxwedanê em ê dagirkeriyê têk bibin" hate lidarxisitn. Tê de 102 tablo û 10 berhemên peykesersaziyê hatin pêşandan, ku balê dikişîne li ser komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlan pêk anîne, zehmetiyên ku koçberên Efrînê yên di kampan de.
Nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, partî û saziyên siyasî, Kongreya Star û Meclisa Malbatên Şehîdan di vekirina pêşangehê de amade bûn.
Merasîmê vekirinê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştî ji rêveberên MSD'ê Îlham Umer axivî, vekirina pêşangehê pîroz kir û berxwedana şêniyên Efrînê silav kir.
Ji aliyê xwe de Hevserokê Komîna Wênesazî Erdelan Îbrahîm jî destnîşan kir ku ew li hemberî hemû zehemtiyan sekinîn û bi îradeya xwe projeya xwe ya vekirina pêşangehê di nav rewşên koçberiyê de temam kir. Îbrahîm anî ziman ku bi vê îradeyê dê li hemberê dagirkeran bisekinin û Efrînê rizgar bikin.
Piştre deriyê pêşangehê ji aliyê malbatên şehîdan ve hate vekirin.
Pêşangeh dê du rojan vekirî be.
ANHA