Li Şehbayê qedexeya derketina derve dest pê kir

Şêniyên kantona Şehbayê li gorî biryara qedexeya derketina derve tev digerin û bang dikin ku bi armanca vîrusa Korona li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berbelav nebe, her ker pabendî qedexeyê be.

Di çarçoveya pêşîlêgirtina belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya deretina derve ragihand û bang li welatiyan kir ku li gorî bergiriyan tev bigerin.

Li ser vî esasî şêniyên kantona Şehbayê pabendî biryarê ne û tenê dikan hewcedariyên sereke vekirî ne.

Welatiyê bi navê Mihemed Şêxo yê ji navçeya Vavîn bang li welatiyan kir ku tenê dema pêwîstî hebe ji malên xwe derkevin, baldarî girîng e, nexasim rewşa ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê re derbas dibe.

(eh)

ANHA


Mijarên Din