Li Şehbayê şahiya zarokan

Ji bo zarokên Efrînê yên bûyerên şer û êrîşên dagirkeran derbas kirin, şahiya moraldayînê hat lidarxistin.

Komîteya Destekdayîna Dirûnî ya Herêma Efrînê bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo zarokên Efrînê yên rewşên şer û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser Efrînê dîtine, şahiyek moraldayînê lidar xist.

Komîteya Destekdayîna Dirûnî ji endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC.D), Heyva Sor û Karûbarên Civakî pêk tê. Armanca vê komîteyê bandora bûyerên şer  li zarokên Efrînê rake. Di vê der barê de çalakiyên moraldayînê û şahiyan lidar dixe.

Îro li Hola Jîn a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê şahiyek ji bo zarokên şehîdan hatin lidarxistin.

Di şahiyê de zarokên şehîdan li ser şehîdan, Berxwedana Serdemê stran û li ser berxwedana Leyla Guven û hevalên wê helbest xwendin.

Koma zarokan şahiyek li ser heskirina dibistanê pêşkêş kirinê Her wiha pêşbirkek hate lidarxistin. Paşê endamên Komîteya Destekdayîna Dirûnî stan.

Di dawiya şahiyê diyarî li zarokan hatin belavkirin.

ANHA


Mijarên Din