Li Şehbayê sersaxî ji malbata şehîd Doxan Qendîl re hat xwestin

Bi sedan  şêniyên herêma Efrînê sersaxî ji malbata şehîd Doxan Qendîl re xwest. Merasîma sersaxiyê li Kampa Berxwedan ku malbata şehîd lê dimîne, hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên Efrînê ku li gund û kampên Şehbayê dimînin, berê xwe da Kampa Berxwedan da ku sersaxiyê ji malbata şervanê YPG`ê Abdulrehman Hiso (Doxan Qendîl) re bixwazin.

Di merasîma sersaxiyê de bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan yek ji endamên meclisê Xelîl Ehmed axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hemû  malbatên şehîdên azadiyê re xwest. Xelîl di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em ji bo azadî û mafên xwe yên ku dewletên dagirker ji destpêka dîrokê ve ji me standine, tê dikoşin.”

Paşê yek ji rêveberên meclisa gundê Babinsê yê navçeya Fafînê Ehmed Mûsa axivî û bal kişand ser girîngiya birêxistinbûnê li her deverê û girêdana bi bîranîna şehîdan ve.

Di dawiya axaftinan de li ser navê malbata şehîd hevsera şehîd Qedriya Menan axivî û soza girêdana bi bîranîna şehîdan, heta pêkanîna armancên şehîdan ên xwegihandina civaka azad û rizgarkirina Efrînê da. Paşê, wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de sloganên"Bijî Berxwedana Serdemê" hatin berzkirin.

Şervanê YPG`ê şehîd Qendîl Doxan di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de dema li ser erka xwe bû, di 16`ê Nîsanê de di encama krîza dil ve şehîd bûbû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din