Li Şehbayê tîma Avrîn dibe şampyonê turnuvaya Şehîd Avesta Xabûr

Tîma Avrîn a futbolê di turnuvaya Şehîd Avesta Xabûr de bû yekemîn. Piştî ku li beramberî tîma Diyar 3-0 bi ser ket.

Desteya Ciwan û Werzîşê bi koordîneya Yekîtiya Werzîşê ya Herêma Efrînê turnuveya futbolê bi navê Şehîd Avesta Xabûr  a jinên ciwan di 6`ê Nîsanê de dabû destpêkirin. Maçên turnuvayê li stada gundê Babnisê ya kantona Şehbayê hatin lîstin.

Di turnuvayê de 9 tîm; Avrîn, Diyar, Avesta, Şêrawa Aqîbe, Şêrawa Efrîn, Agirî, Dengê Efrîn, Armanc û Berxwedan beşdar bûn. Tîmên tunuveyê li gorî du koman hatibû belavkirin.

Îro maça dawî ya turnuvayê di navbera Avrîn û Diyar de bi coşek mezin ji hezkiriyên her du tîman ve li dar ket.

Beriya ku maç destpê bike, hevseroka Yekîtiya Werzîşê Evîn Bîlal û endamê Koordînasyona Kongreya Star Hediye Yûsif axivîn û hêviya serkeftinê ji her du tîman re xwestin.

Piştre maç destpê kir. Di dawiyê de tîma Avrîn bi 3-0 li beramberî tîma Diyar bi ser dikeve û dibe şampyonê turnuvaya Şehîd Avesta Xabûr. Piştî wê Yekîtiya Werzîşê tîmên beşdar bi medalyan xelat kir. Di dawiyê de hezkiriyên tîma Avrîn li ber stranên gelêrî dîlan gerandin.

(şx)
ANHA


Mijarên Din