Li Şehbayê tu kes bi vîrusa Koronayê neketiye

Bijîşkekî Nexweşxaneya Evrînê piştrast kir ku li kantona Şehbayê heta niha kes bi vîrusa Koronayê netiye û banga guhdana bi paqijî û girtina bergiriyên pêwîst kir.

Li gel belavbûna vîrusa Koronayê li nava cîhanê û zêdebûna rewşên mirinê, rewşên awarte û kar û xebatên pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê zêdetir dibin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tirsa belavbûna vîrusê heye, lewma Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzebergiriyên pêwîst girtin.

Têkildarî rojevê ANHA’yê hevpeyvîn bi bijîşkê Odeya Îko ya Nexweşxaneya Avrîn Dilovan Seydo re çêkir û piştrast kir ku heta niha li kantona Şehbayê tu kes bi vîrusê neketiye.

Dr. Dilovan hişyariya belabûna vîrusê da û anî ziman ku gotegot hene ku li bajarê Helebê hin kes bi vîrusê ketine lê li Nexweşxaneya Avrînê heta niha rewşeke wiha derketiye.

BANGA GIRTINA TEDBÎRAN HATE KIRIN

Seydo bang li her kesî kir ku bergiriyên pêwîst bigirin û wiha domand: "Em bang li her kesî dikin ku bergiriyên pêwîst bigirin, ji ber ev vîrus nexweşiyeke û pêşîlêgirtin ne tiştekî ecêb e, li ser vî esasî em banga qedexeya kombûnê dikin, li paqijiya xwe balder bin, destên xwe bişon, destên xwe nedin hev û destên hev negirin, xwe bidin ber rojê ji ber ku vîrus bi pîleya germahiyê re dimire û rûyên xwe nedin hev."

Dr. Dilovan Seydo diyar kir ku xwarina guncaw rê li pêşiya belavbûna vîrusê digire, divê li paqijiya xwarinê miqate bin û dermanên parastinê bi kar bînin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din